Peyama Balinde ji bo Roja Cîhanî ya Şi’rê – 2019

March 21, 2019

 

 

Peyama Navenda Balinde ku weşanxaneyek e li bajarê Silêmaniyê li başûrê Kurdistanê tenê kitêbên şi’rê çap dike û di heman demê de jî malpereke wêjeyî û hunerî ye; ji bo Roja Cîhanî ya Şi’rê ku her sal 21ê Adarê tê pîrozkirin, peyamek e her sal ji aliyê şa’irekî cîhanî ve tê nivîsandin. Ev peyam qîmetê dide rol û giringiya şi’rê di cîhana îro de; cîhanek ku tê de bi berdewamî aştî û pêkvejiyan di vekişînê de ye û şer û tundûtûjî û nedadperwerî roj bi roj bi pêştir dikevin. Gelo şi’r di cîhaneke wiha de dikare çi bike? Herwiha hêjayiya şi’rê di jiyana şexsî ya şa’ir de û nêrîna şa’irî li dinyaya şi’rê… Peyama Balinde ji bo Roja Cîhanî ya Şi’rê dixwaze bala mirovan li ser şi’rê hûrtir bike û ji me re bibêje şi’r çi ye û çi pê tê kirin?

Navenda Balinde, ji bo sala 2019an şa’irê Kurd Bextiyar Elî ji bo nivîsandina vê peyamê hilbijartiye. Bextiyar Elî, sala 1960î li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Hin ji romanên wî li gelek zimanên zindî yên cîhanê hatine wergerandin û pexşaneşi’rên wî jî di zimanê Kurdî de qîmeteke wan a zêde heye

Peyama Balinde ji bo Roja Cîhanî ya Şi’rê 2019
Bextiyar Elî nivîsandiye

 

Bi boneya Roja Cîhanî ya Şi’rê

Bi pesnê şi’rekê ku her bi awayekî reha nûger be

Her car ev pirsyara mezin tê pêş: Çima şi’r pêwîst e?. Çima em nikarin û nabe em destê xwe ji şi’rê bişon?. Pirsyareke dubare û ebedî ku her roj li bersiveke nû digere. Em zarokên serdemekê ne heta tu bê bes gavên xwe ber bi neciddiyetiyê ve diavêjîn. Mirov di piraniya çalakiyên xwe de xwe ji pirsyarên mezin û giring vedidizin. Jiyana mirovan xalî bûye ji pirsyarên derbarê naveroka xweşikiyê û ma’neya jiyanê û ma’neya zimên. Mirov di nav lezûbezekê de ne ku bigihin corek ji “asûdeyiya ehmeqane”; asûdeyiyek ku li ser feramoşkirina fikirînê û li ser jibîrçûna xweşikiyê hatiye damezrandin. Sadeyî û sethiyet (serpiyanî, serrûyî) çûye nav pirraniya qad û waran, şi’r bi xwe jî ji van metirsiyên mezin ne bi der e. Şi’r wek hemû tiştên dî di metirsiyê de ye. Em nikarin rewşa şi’rê ji rewşa giştî ya mirovî cihê bikin; mirovekî bêberpirsyar, mirovekî ku rêza siruşt û xweşikî û jiyanê nagre, dê nikaribe şi’rê jî bi xwe re ber bi mirin û sethiyetê nebe. Şi’r li her deverê li ber gefeke mezin e.

Eve çend deh salên dawiyê, hokara gelek karesatan xwe dighîne xurtbûna logosê; ji bo zêdebûna ‘eqlaniyeteka zanistî ya rût, ji bo alûdebûna berdewamiya jiyanê bi amêr û teknolojiye ve. Zimanê zanistê û zimanê siyasetê û zimanê nav medyayê heta jê tê gurzê kuşinde (derba kuştinê) li zimên bi xwe didin. Em di nav pêvajoyeke berdewamî de ne ku hewla ‘eqlanîkirina zimên dide. Mirov ew hinde zimanan fêr dibin ku di nav waran de hewceyiya wan pê heye, siyaset û medya û zanist roj bi roj ziman diguherin û dikin keresteyekî kontrolkirin û sînordarkirinê. Heta bibêjî bes peyv pitir bi sembolên hevbeş ve tên girêdan; peyv bi ma’neyên diyarkirî û erken diyarkirî tên xeniqandin. Ziman her diçe ji awayê xwe yî siruştî dûr dikeve. Her çend ziman ‘eqlanîtir be sînorên li ber tengtir dibin û bêhtir dibe xerîbê siruşta xwe. Li dinyaya îro kontrolkirina însan bi riya kontrolkirina ziman ve ye; êdî ev çîrokek û têzeke xeyalî nîn e, berovajî prosesek e ku em bi berdewamî di nav de dijîn. Kesên nikarin tekstan bixwînin û van tekstan fêm bikin, kesên nikarin kûr bifikirin ji ber mehrûmbûna wan ji ziman e. Li her deverê dinyayê, ziman li qalib tê xistin û pê re jî him mirov û him hestên mirov li qalib tên xistin. Wek Rousseau carê digot, “Mirov bi azadî ji dayîk dibe, lêbelê vêga li her cihî zincîrkirî ye.”, mezintirîn sîfet û tirsnaktirîn sîfetê vê kêliyê di peywendiya mirov û ziman de ew e: Ziman bi azadî ji dayîk dibe, lêbelê li her cihî zincîrkirî ye!

Ziman tenê ne qurbaniyê vê rewşê ye ku em tê de dijîn; amêrekî mezin jî dişixule ku karê wî arastekirina xeyalê ye da ku xeyal dûvê xwe yî şoreşger û radîkal dernexe. Îro xeyal jî wek ziman tê arastekirin. Di cîhana îro de zarok li dibistanê tenê fêrî xwendin û nivîsandinê nabin, bi ser de ji her tiştî giringtir xeyalên wan tên arastekirin. Mekîneyeke mezin heye ku ji medya û sinema û zanistan pêk hatiye û xeyala mirovan kedî dike û siruşteke taybet ji fantazya û xewnên me re dibexşîne. Xeyala benîademan hê ji zarokatî ve berev alavan tê arastekirin, xeyal wek hêzeke berhemhên hêdî hêdî dimre û dibe ew hêz ku tenê mirovekî berxur û mesrefker û kedî dirust dike. Xeyal bi heman endazeya aqil berhemhên û serkêş û peydaker e; di dîroka mirovayetiyê de keşfên xeyalê eger binirxtir nebin ji keşfên ‘aqil, ne kêmtir in jî. Lê îro xeyala mirov li her deverê rûbirûyî wêrankirineke berdewam û sîstematîkî dibe.

Ji bilî van gefan ku li ser ziman û xeyalê heye, şi’r bi xwe di nava xwe de, di nav warê şi’rê de, kêşeyeke xwe ya mezin heye. Hewla guherîna şi’rê ji bo tiştekî xudgera (subjektîf) yî rût, ji bo awayê şi’reke ku tenê kar li ser dilîniyên sade yên mirov dike, hestên sade dihejîne heta niha jî girift û girêya here mezin ya şi’rê ye. Pirraniya xelkê şi’rê wek mexzena hest û dilîniyên sade dibînin. Tênegihîştina naveroka şi’rê wiha dike ku şi’r bibe çekek di destê hestiyariyên sade û rojane de. Sedema vê barûdoxê li wê têgihîştina xelet vedigere ku li ser şi’rê heye; her tim tenê wek şêwazeke te’bîrê li şi’rê tê temaşekirin; di vir de hestiyariyên biçûk û hestên rojane dest bi ser şi’rê de digrin û wek serzemîna xwe lê dinihêrin, êdî şi’r jî di nav dîwarên xudgerayiyeke pûç de noqav dibe û pirrengiya dinyaya xwe ji bîr dibe. Şi’r berî keresteya te’bîrê be, keresteya “dozîn (peydakirin)”ê û “têperrandinê (derbaskirinê)” ye. Şi’r tu carî nikare ji tiştên subjektîf dûr bikeve; lê subjekta şi’rê subjekteke gerok e, li ser tiştên hatî dayîn naşixule, ew tiştên heyî berhemê nayînin, berovajî vê şi’r dirustker e; li ser derbaskirin û xerabkirina nihêrînên amade dişixule.

Metirsiyeke dî ya kûr li ser şi’rê heye; hewla berdewam e ji bo dabirrandina wê ji fikr û ramanê. Qutkirina têkiliya di navbera şi’r û felsefeyê, şi’r û pirsyarên mezin de şi’rê ber bi betalî (valahî) û mirinê dibe. Di gelek qonaxên sedsala bîstan de şi’r bi riya peywendiyên ligel kêşeyên siyasî ve dijiya, lê şi’ra siyasî wek şi’ra hestiyarî, ev awayê edebî ber bi hejariyeke mezin bir. Bikaranîna şi’rê wek keresteyeke siyasî, li ser hesabê birrandina şi’rê bû, ji rehendên (buûd) fikrî yên kûr, li ser hesabê cudakirina şi’rê bû, ji wan pirsyarên mezin ên bi mekan û zeman ve negirêdayî ne. Îro şi’ra siyasî çi nirxê wê nîn e, lewre siyaset bi xwe xwedî kenaleke mezin a propagendekirinê ye; ji loma êdî şi’r wek çekeke siyasî tu qîmetê wê nemaye. Niha şi’r roj bi roj bêhtir ber bi wê rastiya cewherî nêzîk dibe ku ew bi xwe warekî serbixwe ye û divê awir û cîhanbînîya xwe ji cihekî dî deyn neke. Şi’r êdî ne kereste ye ji bo bikaranîna siyasî û hestiyarî; berevajî vê yeke şi’r erkeke xwe ya zehmettir heye ku ew jî awirek e li gişt ezmûna însanî û têfikirîn e li cihê mirov û erkê mirov li ser vê gerestêrê.

Lêbelê şi’r di nav van hemû metirsiyên mezin de jî hê jî wek çekeke hêviyê dimîne.

Şi’r take keresteya me ye ku dikare ziman wek yekî bêdawî amade bike. Şi’r vegeraneke daîmî ye li peyvê, berî ku çi nîşaneyek hilgirtibe, yanî zindîkirineke berdewam a hêmayê ye û deranîn e ji nav lepê her awayê nîşaneyan. Şi’r tenê ne vegeran e li binhişîneke komelî, wek surrealîstan digot ku li wê derê ezmûna giştî ya mirovayetiyê razaye; berevajî vê yeke vegeranek e li peyvê beriya ku tu awayê bikaranînê ew kiribe dîlê yek ma’neyê. Ev ne vegeranek e li pakî û bêgunehîyê wek gelek caran bangeşe bo tê kirin. Şi’r li derveyî wan hukmên exlaqiyane dişixule. Şi’r wî mafî dide xwe ku her tiştekî mirovane biceribîne; yanî pîvanên navxweyî yên şi’rê “ezmûna berdewam” e, “vegerana daîmî ye li destpêkê”. Pakî di şi’rê de tê wê ma’neyê ku em bikarin her tim her tiştî li qonaxa beriya jidayîkbûna “wate”yê vegerînin. Ma’ne di şi’rê de tenê hokar e ne armanc e. Pakî di vir de ne xwepakkirin e ji guneh, lê xwepakkirin e ji desthilata awayekî ‘eqlaniyetê ku hemû tiştî ji xwe re dike kereste… Hêza şi’rê di wê de ye ku dikare nebe keresteyek, yanî dikare xwe ji her xwestekeke bikaranînê rizgar bike. Bi vê wateyê jî şi’r yek ji wan hêzên mezin e ku di dest me de maye ku em wê li dijî dîktatoriya logosê, ‘eqlaniyeta takrehendiya teknolojiye bi kar bînin.

Şi’r di ezmûna xwe ya kûr de, tenê xwe ji dîktatoriya ‘eqlaniyeta hevçerx venakişîne, herwiha xwe dûr jî dixe ji her koletiyeke keleporê. Hewla vegerana şi’rê jî li wê kelepora sofizmê, mistisizmê û wê ruhaniyeta dêrîn ku li rojhilat serdemekê desthilat bûye, hewla girêdana şi’rê bi wê kultura sunnetî (keleporî) ve hewleke stewr e û bi mirina şi’rê bi dawî dibe. Şi’r çawa nabe xetîreyek ji bo hilgirtina ezmûna siyasî, nabe xetîreyek ji bo hilgirtina ezmûna dînî jî. Ruhaniyet di şi’ra nû de, rîşeyên xwe ji ezmûna dînî wernagre; lê ji gelemperiya ezmûna mirov û gelemperiya hestan û awir û nihêrîn û têfikirîna mirov serçave digre. Şi’r ne keresteyek e ji bo têkilîdanîna bi Xwedê re, lê keresteyek e ji bo têkilîdanîna bi Wucûd re wek dergûşa hemû pirsyarên mezin.

Şi’ra nû tevgerek e jî bo derveyî nasnameyê. Şi’r, zimên ji asteng û girêkên nasnameyê rizgar dike. Rast e mirov her bi zimanê neteweyekî dinvîse, lêbelê şi’ra rasteqîne wiha tê ser zimên wek bi zimanê hemû mirovan binvîse; yanî di kûrayiya xwe de, tenê xwe peyda nake, herwiha dighîje yê dî jî. Şi’r zimên ji wê girêkê azad dike ku zimanekî berteng ê neteweyekî ye, wê rehendê tê de peyda dike ku gerdûnî ye û dikare derbas bibe û dikare bi navê her cih û zemanî bipeyive.

Şi’r çekeke mezin e di destê me de ji bo hiştina xeyalê bi azadî. Şi’r ew beşa xeyala me ye ku bi yaseyên dibistanan, bi qanûnên dewletê, bi hevkêşeyên zanistê serî lê nayê tewandin. Şi’r ew destê hêmayê ye ku bi berdewamî ber bi derve, ber bi dûrtir, ber bi nediyariyê amaje dike.

Em di cîhanekê de dijîn ku her û her behs behsa mirin û dawîyê ye. Tirsa ji dawîyê, her fikirîneke derheqê destpêkê de ji me diziye. Di siyaset û felsefe û gelek warên zanistî û perwerdehiyê de her car behsa dawîyê tê kirin. Lêbelê li her deverî û li her cihî mirov dikare behsa dawîyê bike, lê ev yek tenê di şi’rê de nîn e. Şi’r bangeşeyeke hetahetayî ye bo destpêkê. Li ba her şi’rê wênekirin û dirustkirina cîhanê ji destpêkê ve dest pê dike.

Şi’r ne ew tişt e tu pê wextê xwe bibihûrînî, berevajî vê yek ji çalakiyên here ciddî yên mirov e ku bi zimên tê encamdan. Ew hêza balansê ye ku ji bo ragirtina hevsengiya mirov pêwîst e li dijî êrîşên awayê jiyaneke kontrolkirî û arastekirî ku karê wê tenê ew e mirov veguherîne bûnewerekî aborî yî rût. Şi’r ew hêza ciddî ye ku divê ji bo têkoşana li beramberî pûçî û serrûyî (sethiyet) û rûkeşbînîyê (sethîdîtinê) mirov wê têxe kar. Hîç warekî dî nîn e niha wek şi’rê bi pirsyara azadiyê ve hatibe girêdan. Pirsyara azadiyê di gelek waran de tê piştguhkirin û dibe pirsyareke jibîrkirî; lêbelê şi’r tu carî nikare pirsa azadiyê ji bîr bike, lewre şi’r bi awayekî rastewxo praktîzekirina azadiyê ye, hêza her şi’rê bi mesafeya wê azadiyê tê pîvan ku di hundirê wê de niştecih e. Şa’iriya şi’rê yeksan e bi rûbera azadiya di nav de.

Bi tenê me hêviyek hebe ji bo dîtina cîhanê bi çavekî nû… ew jî ji şi’rê tê. Îşê şa’iran jî ew e ku ji bo wê hêviyê wefadar bin.

Ji Soranî: Osman Mehmed