Totem

"hîna jî kêfxweşî çi ye min tam ne kirîye"

September 24, 2019

 

Helbestvana Sylvia Plath di rojê 27. Avrêlê sala 1935 da li Boston ji dayik bûye. Bavê wê Elmanê û dema ku Sylvia 8 salî bûye, miriye. Piştî Sylvia bi nivîsandina helbestên destpê dike u di sala 1950’da bûrsek bo çûne zaningeha Smith COllege qezenç dike. Sylvia bi 19 salî xwe diceribine ku xwe bikuje, lê dê û birayê wê wê rizgar dikin. Sedema ceribandina xwekujî ye wê -li gorî wê- ji ber pirsgirêka bi pejirandina rewşa dinê bû. Şeş sal şunda Ted Hughes nas dike û bi wî re dizewice. Ted Hughes jî wekê wê helbestvan bû. Paşî dû zarê wan çê dibe, lê bi vê zewacê û bûne dû zarokan jî problemên Sylvia Plath dawî nabin. Bi gotina wê “hîna jî kêfxweşî çi ye min tam ne kirîye”. Dîsa di vê wextê de gelek helbestan dinivisîne û wan helbestan ji ligel rewşenbîrên dinê de tên rêz kirin. Talî di 11 Sebatê 1966’da, li zivistanek sar û tarî de, xwe dikuje. – Malpera Balinde

 

 

Totem
Sylvia Plath
Ji Ingilîzî: Rojda Yaşîk

 

 

 

Lokomotîv dikûje wê berateyê, berate zîvî ye,

Ew ber bi bestê ve vedileze. Nexwe ew ê bê xwarin.

 

Reva wê badilhewa ye.

Di ketina tariyê de bedewiya zevîyên xeniqî heye.

 

Berbang cotkaran dixemilîne wekî berazan.

Hêdîka ba dibin li nav cilên xwe yên neçopeço de,

 

Li pêşberî bircên spî ên Smithfieldê,

Hêtên kok û xwîn ketiye hişê wan.

 

Di teyîsîna satoran de rehm nîn e.

Gîyotinê kujer wiha dipispise: ‘Çito ye ev, ev çawa ye?’

 

di teyştê de kêrgûşkê ji beravêtiye,

Seriyê têjikê sosret bûye, bi beharatan hatiye tehnîtkirin,

 

Ji çêrm û mirovayetiyê hatiye postkirin.

Ka were em wê bixwin wekî pizdana Eflatûn,

 

Ka were em wê bixwîn wekî Îsa.

Evana ew mirovên girîng bûn—–

 

Çavên wan ên gilover, diranên wan, mirûzên wan

Li ser şiveka kistepist î çingeçing, marekî qelp.

 

Qey seriye kobrayî yê ziravê min biqetanda—-

Tenêtiya çavên wî, ew çavên çiyayan ên ku

 

Esman xwe ji nav ra herûher vedilezîne?

Dinya germa-xwînî û xweserî xwe ye

 

Berbang vedibêje, bi sorgevezîya xwîna xwe ve.

Nîn e çu êzgeha dûmahî, bes bawolên rêwitiyê

 

Ên ku ji heman kakilî qat bi qat jekve dibin notanî mêzerekê

Rût û biriqî, bi bêrikên tijî (repisî) hêvî û mirazan,

 

Hizr raman û bilêtan, kurtegêjen û awêneyên boçikqatkirî.

Ez a şêt im, diqîre ew pîrhevok, gava ba dike birrek milên xwe.

 

Û ‘esasen ew kambax e.

Jihevzêde bûye di çavên mêşan da.

 

Vizeviza wan e notanî zarokên şîn

Li nav torên dawitiyê de,

 

Axirî bi şivekî ve hatiyê girêdan

Bi aliyê mirineka xwediyê birrek şivan.