Peyama Balinde ji bo Roja Cîhanî ya Șî´ré – 2022

March 21, 2022

Ez, sirgûnî, helbest û cîhan

Husên M. Hebeş
(Hussein Habasch)

:Ez û sirgûniya ziman

Ji ber ku ez wek Kurd ji dayikê bûme û dê û bavên min Kurd in û ji bilî Kurdî bi tu zimanên Xwedê yên din nizanin, min dixwest weke hemû zarokên cîhanê li dibistanê bi zimanê dayikê bixwînim, bileyizim, fêr bibim û tîpên xwe yên pêşîn bi zimanê dayika xwe binivîsim, lê li şûna ku vê yeka pêk bê, min xwe di nav “windageha” zimanekî din de dît, ku ez tîpekê jê nizanim, ew ziman jî zimanê Erebî bû. Piştî çend salan zarokê ku roj bi roj di min de mezin dibû, dê pipirse gelo çima tu li şûna zimanê dê, bav û kalan bi vî zimanê biyanî dixwînî û fêr dibî? Dem û zanîn dê bersiva vê pirsê ji min re zelal bikin. Zimanê Kurdî li Sûriyê qedexe bû û hîn jî qedexe ye, ji bilî nav mal û malbatê de, axaftina bi zimanê kurdî qedexe bû. Çanda Kurdî qedexe û bindest bû. Nivîsandina bi zimanê Kurdî qedexe bû, ji ber ku tu dibistan, enstîtut û zanîngeh bi zimanê Kurdî tune bûn û hîn jî bi fermî tune ne. Ji ber vê yekê jî, di wê demê de, riya yekem ji bo min ew bû ku fêrî zimanê Erebî bibim û di pêre pê binivîsim. Lê ez dixwazim di vê çarçovê de bibêjim ku ez li sirgûniyê, li vir, li Ewropayê fêrî nivîsandina bi zimanê Kurdî, zimanê dayikê bûm û ji zû de ta niha helbest, nivîs û bîr û baweriyên xwe pê dinivîsim, û tolhildanê ji zordarî û qedexekirina ku bi ser serê zimanê Kurdî de hatiya vedidim.

:Helbest germkirin û germbûn e

Dibêjin ku helbest “gotineke nerm e ku ew tenê bi zehmetî çêdibe” û ev tê wê watayê ku êş, zehmetî û jan jêder û çavkaniyên sereke ne ji bo helbest û hebûna wê. Helbest afirandin û zayîn e û tu afirandin û zayînên rast bêyî ked û êşên rast tune ne. Ta di helbestên şahî û evînê de jî êş, zehmetî, ked û xemgînî diyar e!

Di wêjeyê de û bi taybetî di helbestê de, hewldidim ku her dem di jûreya germkirin û germbûnê de bim, ew germbûna ku bi sawîr, wêrektî, fantazî û tundrewiyê tê avakirin, ew germbûna ku fîlozofê Alman yê navdar Rüdiger Safranski ku di heypeyvîneke xwe de balê dikişîne ser û behsa wê dike weke ku Nietzsche ji berî wî behs kiribû. Helbest nikare bi sarbûnê re bijî, nikare di jûreyên sar de, bi hişê sar û bixwe bawer re bijî. Helbest ji sawîr û dînbûnê hatiye, ji ber vê yekê ew daxwazê ji me dike ku em ji bo wê di tayê û germahiyê de bim. Ez helbestê dinivîsim da ku ez xwe ji xwe bidizim, xewnê ji her tiştî bilindtir bikim û dînbûna xwe têxim asta matmayînê. Helbest, ew tiştê ku di hebûnê de tiştek nagihîne asta wê, ez hiştim ku ji bo wê hemû tiştan, yên pîroz û ne pîroz, bi awaya Jean Cocteau bikim qurban. Niha her car gazî xwe dikim û ji xwe dipirsim: Ey helbestvano, ma tu hîn dilsozê dersa helbestê yî û tu qurbanê evîn û dînbûna wê yî? Bersiva xwe didim û dibêjim: Ez bi hemû hêza xwe, enerjiya xwe, şaneyên xwe û xwîna xwe hewl didim.

:Girîngiya helbestê û xemên wê

Helbest banga evîn, tolerans û dostaniya kûr di navbera mirovan de dike, û ew li dijî hovîtî, tundî, şer û her tiştê ku mirovahiyê binpê dike radiweste. Ew daxwaza hilweşandina dîwaran dike, daxwaza rakirina bendên di navbera mirovan de dike, û ew di navbera çand û şaristaniyên cihê de, bê şert û merc, pirên evîn, diyalog, têgihiştin û jiyana hevbeş ava dike. Helbest banga rêzgirtina xweza, xurist û dewaran, ew hevkarên me yên di vê jiyanê de, dike. Ew di parzemînan re derbas dibe, hemû riyên jiyan û cîhanê nas dike, û ew sînor, bend û astengên ku liva mirovan asteng dikin, napejirîne. Helbest dê her dem wê zarokê ku di tenahiya xwe de bimîne, lê her dem dê vebirûse û qet nayê vemirandin. Ji ber vê yekê jî, divê helbestvanê rast kulîlkan ji dilê zinaran çêbike, ne ji axa dûz û rast û pîroz, hêza helbestvan ji wan kulîlkên xerîb, bêhempa û sosretî yên ku ji baxçeyê gotin, ziman û jiyanê tên, tê û bi serdikeve. Helbest, ew tiştê ku dikare baweriyê bi mirovan re çêbike, ku çiya kumên xewkirî ne û gelî jî gavên avê ne, û baweriyeke din çêbike ku zinarê xwe delal dike, bêguman dê bibe helbest. Ji ber vê yekê jî, helbestvanê rast dikare avê yekser bike mey û sifreyeke zuha û hişk bike xwarina cejneke mezin. Helbest agirê agiran e, giyanê gulan e û bingeha bingehan e. Yek ji erkên helbestê ew e ku kujeran bike paçê sol baqişkirnê, û bi gotinên xwe rûyê kujer, sûcdar û dizan reş bike! Mêrxasiya rast ya helbestvan ew e ku ji vê wêraniya ku weke benan stûyê jiyanê dorpêç dike, bike helbestên kûr û bejinbilind. Deziyekî tenik û zirav ji bedewiya ku di helbestekê de dikare tevahiya cîhanê ronî bike. Helbest, tevî nermbûna wê dikarê tiştên bi sosret bîne holê, mînak: Ew dikare kurmekî dixuşe bike perperîkeke difire, û dengê mêşekê bike strana çivîkekê, bêyî ku hevsengiya xwe winda bike û prestîja xwe jî têkbibe. Tu nikarî bigihînî helbesteke kûr û bilind ger tu di riyên tevlihev û asê re derbas nebî, û helbestvanê ku di wan riyan re derbas nebe helbesta wî dê weke helbesta ku ji baxçeyê cîranan hatibe dizîn xuya bike. Helbest, ew hebûna bedew -di heman demê de- hezar rengan li xwe dike, û ew hemû reng li bejn û bala wê ya xweşik tên. Helbest di xwe de xewn û berevajiyê xewnê çêdike û di heman demê de gur, berx, şêr, kehr, çivîk û mar e! Helbest xwe li ba diqelibîne û alîkariya ewran dike, benên destên sawîran vedike û mîna kaptanekî jêhatî, keştiya matmayînê bi rê ve dibe. Deverên dûr bala wê dikişîne û xwe ji qelpbûn û treliyê bi dûr dixîne, û her dem demarên wê vêketîne. Helbest bi kevir û zinaran re diaxive, mîna ku bi mirov, dar û giya re diaxive. Ew di nav çol û gundan re dibeze û derbasî dilê civak û jiyana bajaran dibe. Helbest bêdeng e, nenas û sosret e, destên xwe dixe bêrîka xwe û di heman demê de, di her çar aliyên çîhanê re derbas dibe. Ez her dem spasdar û deyndarê helbestê me, ji ber ku ew mala min e ku tê de dijîm û pencereya min e ku tê re li cîhanê dinêrim, ew jûreya min e ku tê de dihizirim û meyxaneya min e ku tê de serxweş dibim, ew lebîrenta min e ku tê de winda dibim û rêbera min e ku min jê rêzgar dike, ew asîmanê min e ku tê re difirim û axa min e ku tovên xwe yên balkêş tê de diçînim, ew mêldariya min e, nexweşiya min e, mijûla min e û dînbûna min ya bêderman e, ew dermanê min e jî. Ji ber vê yekê ez bi dil, giyan û hebûna xwe pê ve girêdayî me, bi tiştê hreî bedew, pak û hêja yê ku di vê jiyanê de, girêdayî me.

:Helbest û cîhan

Helbest nikare êşên mirovahiyê derman bike û neteweyan ji bindestiyê, zordariyê û mêtingeriyê rizgar bike, û ne ji karê wê ye ku şoreşan bi rê ve bibe û dadmendî û wekheviyê di cîhanê de bi pêk bîne, ew nikare rê li ber binpêkirin, û êşa mirovan rawestîne. Lê belê, ew mîna qîrîneke gewre ye ku li hember van hemû nexweşiyên ku di cîhanê diqewimin xuya dike, qîrîneke li dijî şer, zindan, kuştin, sirgûnî û wêraniya ku gerdûnê dorpêç dike ye, qîrîneke ku dikare cîhanê ji her alî ve himbêz bike û kêliyên germ, şîrîn, bi hezkirin û azadî di damarên wê de bigerîne. Lê ji berî her tiştî divê ev qêrîna helbestî baş, bi hêz, bi sawîreke bilind, bi ezmûne, bi matmayî, bi evîn û dînbûnê bê nivîsandin. Weke ku helbestvanê mezin yê Guatemalayê Luis Cardoza y Aragon gotiye, helbest yekane nîşana baweriya hebûna mirovan e, ma gotina wî bi tevahî ne rast e?

:Di dawiyê de

Di dawiyê de ez tenê dikarim ji hevalên xwe yên helbestvan re bibêjim: Hêjano, helbestên xwe li ser milên xwe, li ser lingên xwe, li ser destên xwe, li ser piştên xwe, li ser stûyên xwe, li ser rûyên xwe, li ser çîpên xwe, li ser zikên xwe, li ser navikên xwe, li ser tiliyên xwe, li ser sîngên xwe binivîsin, divê helbest bi goşt ve çesipî be, ji lêdana dil ve nêzîk be, parçeyek ji hilmê be, girêdayî can be, xwîna ku di damaran re diherike be.