Balinde weşanxaneyek e li bajarê Silêmaniyê li başûrê Kurdistanê ku tenê kitêbên şi’rê çap dike û di heman demê de jî malpereke wêjeyî û hunerî ye. “Roja Cîhanî ya Şi’rê” her sal 21ê Adarê de tê pîrozkirin û her sal peyamek ji aliyê şa’irekî cîhanî ve tê nivîsandin. Ev peyam qîmetê dide rol û giringiya şi’rê di cîhana îro de. Cîhana ku aştî û pêkvejiyan jê vedişişe; şer, tundî û nedadperwerî roj bi roj pêştir dikevin. Gelo şi’r di cîhaneke wiha de dikare çi bike? Herwiha hêjayiya şi’rê di jiyana şexsî ya şa’irî de û nêrîna şa’irî li dinyaya şi’rê çi ye? “Peyama Balindeyê ji bo Roja Cîhanî ya Şi’rê” dixwaze bala mirovan li ser şi’rê hûrtir bike û ji me re bibêje şi’r çi ye û çi pê tê kirin? Navenda Balindeyê, ji bo sala 2024an şa’irê Kurd Selîm Temo ji bo nivîsandina vê peyamê hilbijartiye.
Zimanê Zêr
Selîm Temo
Li vî bajarê çar hezar kîlometre dûr ji pirtûkxane û defterên min ên tije bi xewn û peyvan, dikarim çi bibêjim li ser helbestê? Ev bajar, her roj li bin siya ewrekî xerîbtir hişyar dibe. Paul Celan xwe ji vê pirê avêt çemê Seineê, Charles Baudelaire li vê malê dîn bû, Rainer Maria Rilke li vê kolanê jiya, “Keştiya Sermest” a Arthur Rimbaudyî li ser vî dîwarî li mirovî dinêre, vê darê ji Mîr Kamûran Alî Bedir-Xanî hez kir…
Çend sal in di nav peyvên helbestkarên mirî de digerim, pirtûkxaneya di serê min de her diçe girantir dibe. Çi bi zimanê xwe, çi bi zimanê wan, çi bi zimanê wergerê ku di nav du zimanan de bi du zimanan diaxive, guh didim helbestkaran, dû re lê werdiqilim ku helbest bi yek zimanî tê nivîsîn. Bi zimanê ku Mîr Kamûran di helbesta “Kulîlkên Ezêb” de nav lê dike, di wê nezîreya “Les fleurs du mal”a Baudelaireî de: “Çira dişewite; zimanekî zêr.” Ev zimanê zêr e giran dibe di devê helbestkaran de, dengî dikuje, hilmê dibirre, agirî dişewitîne. Di dawiya kêliyekê de helbestkarek tê, li ciyê helbestkarek lê miriye dimire.
Zimanê zêr rastiyê, ji zimanê rastiyê rasttir dibêje. Çar sed sal berê li Cizîra Botan a girav di hemêza Dîcleyê de, Melayê Cizîrî digot ronahiya delaliyê dê ji ilm/zanistê xuya bike û evîn dê jê hilbibe û dipirsî: “Kê dî heqîqet bêmecaz?” Em rastiyê bi ziman tînin zimên ku ziman bi xwe mecaz e, çimkî em nav li tiştan dikin û tiştan bi navan pênase dikin. Tişt bêyî nav jî hene, lê nav tiştan dikin bireser, ji tiştên din cuda dikin. Nav bi tena serê xwe tune ne, bi tiştan re dibin xwedî gewde. Naxwe em heqîqetê tenê bi rêya mecaza ji zimên dizê dîbinin û dibêjin. Em heya vir hatin, lê binê kûrahiya Melayî tune, lewre peyva “ilmê” jî bi lev kiribû û em biribûn ber bi pênaseya helbestê ve: “Ilmê mecaz”, yanê helbest. Helbest zanista mecazê ye. Bersiva muemmayê ev e: Kesek nikare bêyî helbestê rastiyê bibîne û bibêje. Ev zimanê zêr ê ji zimên û zimanan dipale, me ji pênaseya berbelav û devbelaş a helbestê rizgar dike. Îcar em Herbert Marcuseyî bînin bîrê: Cîhan di helbestê de rastîtir dixuye.
Helbest di her ruhî de li kûrahiyeka cuda digere. Wateya helbestê ji aliyê van kûrahiyên cuda ve tê kûrkirin. Lê heke bîrek nebe, li hember ew delaliya sedema hesûdiyê dê çawa bê veşartin? Zimanê zêr dengek-olanek û guhek-guhdarek divê. Yan na, naçe serî, bêgewde ye, temam nabe. Lewra ye Ehmedê Xanî dibêje; dilê min sedef e, dur/gewher tê de ye, lê “Metînxwanek ku nebit sahibê me’na çi bikit?” Yanê helbest bi xwîner temam dibe, xwîner nebe helbest tune. Mirov li vir dikare bibêje xwîner jî yek ji hevparên helbestê ye! Divê bizane ka çiqas ji rastiya empirical/empirique dûr e û çiqas dûr e ji rastiya mystical/mystique jî. Gava Mayakovsky dibêje “li ser çemestûyên kefdayî yên çemên Bakurî” êdî şik namîne, em dibêjin, belê, çemên Bakurî çemestûyên xwe yên kefdayî hene.
Zimanê zêr ê di navbera jinûveafirandina rastiyê û olana dilan a di sîngên dûr ji hev de cîhaneka din ava dike li raserî cîhana heyî. Helbest dibe dûr-zimanekî rizgarbûyî ji qeydên rastiya heyî. Ji ber vê yekê Platonî dijminatiya helbestê dikir, çima ku helbestê rastî dikir şêwaza antropomorfîk. Wek mirovî li derve dinihêrî û mirov dikir perçeyek ji perçeyên heyînê. Helbestê xwe nedispart baweriyên ji tirsê xuliqî. Yanê zimanê zêr, ne kopyeya kopyeyê ye, naxêr, Platon hê jî şaş e, helbest hê jî rastî bi xwe ye.
Heke wisa be xwediya/xwediyê zimanê zêr derdikeve qada xwedayî? Na, lewra min li jorê gotî xwîner jî hevpar e di cîhana helbestê de. Helbest zimanekî nû yê xwedî otoriteya nû ferz nake li ser cîhanê. Berevajî vê yekê, wekheviyê ava dike û wekheviyê di navbera du layenan de wek pireka ji peyvan datîne.
Di vê cîhana bi rastiya xwe lewitiye de, helbest dikare di navbera sîngên dûr ji hev de pireka ji peyvan a bi zimanekî zêr çêke ku mecaz e û mirov tenê bi vê mecazê dikare rastiyê bibîne û bibêje.
Zivistana 2024, Parîs